Fransa: Divê Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bibe beşek ji veguhastina siyasî

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê banga parastina hevkarên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina mafên wan kir û daxwaz kir ku Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bibe beşek ji veguhastina siyasî.

Fransa: Divê Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bibe beşek ji veguhastina siyasî
18 kanûn, 2024   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot banga parastina hevkarên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina mafên wan kir û got, "Ew di şerê li dijî rêxistina DAIŞˋê de aliyekî pir girîng in."

Barrot diyar kir ku pêwist e Rêveberiya Xweser di guhartina siyasî ya li Sûriyeyê de beşdar be û got: "Fransa ji bo pêkanîna lihevkirinekê di navbera Tirkiyeyê û Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de di hewldanan de ye. Pêwist e şer li Minbic û Kobanê raweste."

Barrot ku birêvebirina Sûriyeya nû bi gotinan nabe dê bi demê re bi partîkî aşkera bibe.

Barrot got rakirina cezayan û pêşkêşkirina alîkariyên ji bo ji nû ve tamîrkirina li Sûriyeyê bi pêkanînên siyasî û ewlehî yên zelal ve girêdayî ne.

(mh/fr)