Dîmenên çalakiyên hewayî yên li dijî çeteyên li Bendava Tişrînê

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dîmenên çalakiyên hewayî yên ku li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê kirin, parve kirin.

Dîmenên çalakiyên hewayî yên li dijî çeteyên li Bendava Tişrînê
18 kanûn, 2024   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk beriya çend kêliyan ragihand ku di encama bersivdana êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bendava Tişrînê ya li başûrê bajarê Kobanê de 37 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê bersivdana şervanên wê li dijî êrişên çeteyan de li ser malpera xwe dîmenên çalakiyên hewayî ku li dijî çeteyan li derdora Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê kirine, parve kirin.

Li gorî navendê, di encama bersivdana şervanan de 37 çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn û 5 erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin.

(fr)