Gundê Qeremox tevlî seferberiyê bû

Şêniyên gundê Qeremox ê Kobanê, diyar kirin ku ew li dijî êrişên ser herêmê tevlî sereferberiyê bûne û gotin; “Bila dinya zanibe, Kobanî cihê berxwedanê ye. Çawa me dijî DAIŞ’ê rûmeta xwe parast, em ê dijî dagirkeriyê jî şer bikin.”

Gundê Qeremox tevlî seferberiyê bû
19 kanûn, 2024   09:32
KOBANÊ

Şêniyên gundê Qeremoxê banga QSD’ê bersivandin û tevlîbûna xwe ya seferberiyê ragihand. Şêniyên gund, li ser mijarê daxuyanî da û peyama berxwedanê da hemû cîhanê. 

Gundiyan diyar kir ku di sala 2014’an de jî çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk êrişî Kobanê kiribûn. Lê gelê Kobanê û pêkhateyên herêmê berxwedanek mezin nîşan dabû. Niha jî dê li dijî dagirkeriyê şer bikin û gotin: “Bila wekî Minbicê û cihên din li vir nenêrin. Kobanê cihê berxwedanê ye. Em soz didin ku emê li ser rêya şehîdên xwe bin.”

(a)

ANHA