KNK dê ji bo nûnertiya Kurdan a di NY’yê de konferansekê li dar bixe

KNK dê di 3’yê Cotmehê de li paytexta Belçîkayê Brukselê ji bo nûnertiya Kurdan a li Neteweyên Yekbûyî konferansekê li dar bixe. KNK armanc dike ku di astên neteweyî û navneteweyî de hevkarî bê avakirin û pêngavên ku di vî warî de bên avêtin werin diyarkirin.

KNK dê ji bo nûnertiya Kurdan a di NY’yê de konferansekê li dar bixe
15 îlon, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 6-7’ê Hezîrana 2026’an di Civata Giştî ya 24’an de, mijara temsîla gelê Kurd li rêxistina Neteweyên Yekbûyî xiste rojeva xwe û biryar da ku serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bide da ku gelê Kurd jî mîna neteweyên din bê naskirin û di saziyên girêdayî NY’ê de wek çavdêr û bi statuya filîstîniyan bê temsîlkirin. Konferansa ku dê li Brukselê bê lidarxistin jî, piştî vê biryarê, wek gaveke girîng derdikeve pêş ku dê tê de pêvajoya pêşdebirina vê biryarê bê nîqaşkirin û armanc ew e ku helwesteke hevpar a li ser navê Kurdan bê avakirin.

Di bangaweziya Konseya Rêveber a KNK’ê de, ev tişt hatin diyarkirin:

“Li ser pêwîstiya dîplomasî û di asta navneteweyî de temsîla Kurd û kurdistaniyan gelek tişt hatine gotin û hatine nivîsandin. Ji sed salan zêdetire nivîskaran, akademîsyenan gelek tişt li ser vê mijarê nivîsandine, serokan, rêberan, siyasetmedaran, dîplomatan li ser axaftine û kar kirine. Her wiha gelek civîn, şêwir, konferans, panel û xebatên cûrbecûr jî hatine kirin. Komîte hatine çêkirin, demûdezgeh hatine avakirin. Di vî warî de karên hatî kirin ne hindik in. Lê rastiyek jî heye ku heta niha weke tê xwestin dîplomasiyek xurt û layiqê gelê Kurdisatnê nehatiye meşandin. Kêmahiya herî mezin jî ewe ku Neteweya Kurd di asta navteweyî de bi awayeke hiqûqî nayê naskirin û nayê temsîlkirin.

Nifûsa gelê Kurdistanê nêzî şêst milyonan (60.000.000) e. Li gorî vê hejmara xwe ya mezin jî, Kurd di saziyên navneteweyî de nayên temsîlkirin. Bi taybetî li rêxistina Neteweyên Yekbûyî da ku hema hema hemû netewe li wê rêxistinê têne temsîlkirin, navê neteweya Kurd nayê xwendin û nayê temsîlkîrîn.

Ji ber vê yekê, KNK di Civata Giştî ya 24. (6-7’ê Hezîranê 2026) de, ev mijar girte rojeva xwe. Piştî nîqaşên berfireh biryar hate girtin ku ji bo Kurd jî weke neteweyên din bêne naskirin û di saziyên girêdayî NY’ê de wek çavdêr (wekî statuya filîstîniyan) bêne temsîlkirin, serî li rêxistina Neteweyên Yekbûyî were dayîn.

Di vî warî de heta niha bi gelek pisporan re civîn hatine çêkirin, nêrînên pisporan hatine girtin. Her wiha di vê mijarê de li ser navê KNK’ê nameyek radestî Sekreterê Giştî yê NY’ê Birêz António Guterres jî hatiye kirin. Lê ev mijar meseleyeke mezin û giran e, bi hinek civînên teng û pêşkêşkirina çend nameyan ev mesele nayê çareserkirin. KNK tenê bi serê xwe ji nava vî karî nikare derkeve. Pêwîstî bi hevkariyek neteweyî û navneteweyî heye. Ji kîjan alî ve lê binêrî binêre, pêwîstiyek mezin jî heye ku rêber, serok, nûner, kesayetên di nava civakê de xwedî rol, nûnerên hemû pêkhate û hemî giraniyên civaka Kurdistanê, di asta jor de kom bibin û li ser vê mijarê biaxivin û biryaran bidin. Divê bi civîn, çalakî û kampanyayên xurt (mînak weke kampanyaya bi îmzeyan) gelê Kurdistanê bikeve nava tevgerê.

Ji bo nirxandina rewşê, helwestgirtin û hevkariyê, em dixwazin bi pisporan re, bi akademîsyen û kesayetan re, bi nûnerên partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî re, konferansekî pêk bînin. Konferans, di roja 3’yê Cotmeha 2026’an saet 10.00’an de, li bajarê Brukselê, li Vrije Universiteit Brussels (VUB), wê were lidarxistin.
Konferansa jibo temsîla Neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY yê. Rojeva konferansê bi temamî li ser vê mijarê ye. Em dixwazin ji bo temsîla Kurdan li NY’ê, nêrînek û helwestekî Kurdistanî derxin holê û rewş û helwesta xwe ji hemû aliyan re diyar bikin û dengê xwe bighînin raya giştî ya Cîhanê.

Her wiha di konferansê de, em ê li ser bername û çalakiyên dema pêş jî rawestin û plansaziya dema pêş jî nîqaş bikin.

Em dixwazin wek ragihandin, hûn jî vê konferansê bişopînin û ji raya giştî re belav bikin.
Bi hêviya hevdîtineke serkeftî, silavên germ.”

Plan û Karnameya Kombûnê û Rojev:

03.10.2026

10.00 – 10.05 - Vekirin û rêzgirtina ji bo şehîdan   
10.05 – 10.15 - Axaftina vekirinê
10.15 – 10.30 - Peyamên mêvanan
10.30 – 12.00 - Pêşkêşî û perspektîfên pisporan
12.00 – 13.30 - Axaftin û peyamên beşdaran  
13.30 – 14.30 - Navbera xwarinê
14.30 – 16.30 - Axaftin û peyamên beşdaran
16.30 – 18.00 - Plansazî û encamname

Adresa Cihê Civînê:
Vrije Universiteit Brussel (VUB) - Campus
Etterbeek - Gebouw Q: aula QA – Brussels
Nelson Mandela Hall"