Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin

SZK’ê Rêbera Çalakiyên Dibistanê bi zimanê Kurdî ji refa 1 heya 8’an derxist.

Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin
Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin
Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin
Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin
Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin
Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin
Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin
Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin
Rêbera Çalakiyên Dibistanê ji refa 1 heya 8’an hat derxistin
4 cotmeh, 2026   21:18
QAMIŞLO

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Qamişloyê îro, bi armanca ragihandina Rêbera Çalakiyên Dibistanê bi zimanê Kurdî ku 8 pirtûk in ji refa 1 heya 8’an çalakiyek li dar xist. Ew rêber bi amadebûna Gerînendeyê Perwerdê yê Hesekê Ednan Berî, Gerînendeyê Mataryalan a Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê Esmet Remedan, Hevseroka SZK’ê Viyan Hesen, hejmarek mamoste û eleqedarên perwerdê û fêrkirinê hat ragihandin.

Di çalakiyê de Rêber Çalakiyên Dibistanê hat danasîn, qonaxên amadekirin û wergerandina wê ji hêla SZK’ê ve bi hevkariya Gerînendetiya Mataryalan a Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê hatin pêşkêşkirin. Armanc ji vê yekê made û çalakiyên perwerdehiyê bi zimanê Kurdî werin peydakirin û piştgiriya proseya perwerdehiyê were kirin.

Beşdaran bal kişand ser girîngî, amadekirin, pêşxistina mataryalan û çalakiyên hînbûnê bi zimanê Kurdî, ji ber ku gavek e ji bo pêşxistina perwerdê bi zimanê dayikê ye, hewcedariyên xwendekar û mamosteyan dabîn dike, di heman demê de gaveke ber bi naskirina zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de ye.

(f)