Ezîz Ereb û şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên mehên Adar û Nîsanê yên di sal û cihên cuda de şehîd bûne, her wiha şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn.

17 nîsan, 2024   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera bîranîna şehîd Ezîz Ereb de şehîdên mehên Adar û Nîsanê yên li herêmê di cih û demên cuda de şehîd bûne hatin bibîranîn.

Şehîd Ezîz Ereb di 17'ê Nîsana 1986'an de şehîd bû û bû yekemîn şehîdê Ereb di tevgera azadiya Kurdistanê de.

Di salvegera 38'emîn a şehadeta wî de şehîd Ezîz Ereb û 270 şehîdên din li bajarê Hesekê hatin bibîranîn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beşar Koş berxwedan û fedakariya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya herêmê û têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker silav kir.

Endamê Têkiliyên Leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Alan Hesekê soza tolhildana şehîdan û pêkanîna serkeftin, aramî û ewlehiyê da.

Di merasîmê de wêneyên 270 şehîdan hatin pêşandan.

Li navçeyên Til Birak û Şedadê yên heman kantonê jî bi 2 merasîmên cuda şêniyan şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn û teqezî bi girîngiya berxwedanê û yekbûna pêkhateyan li hember dewletên mêtinger da.

Li kantona Reqayê Desteya Kar û Barên Şehîdan û Gaziyên Şer a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê şehîd Ezîz Ereb û şehîdên kantonê yên mehên Adar û Nîsanê bi bîr anîn.

Beşdaran destnîşan kir ku pêwîst e bi fikrê azad û tevlêbûna li nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) destkeftiyên şehîdan bên parastin.

Di dawiya merasîman de dîmenên li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb û têkoşîna wî hatin pêşandan.

(mh)

ANHA

REQA

ŞEDADE

TIL BIRAK

HESEKE