'Cejn girêdana civakî xurt dike û mozaîka Sûriyeyê xweşiktir dike'
Êzidiyên navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê û yên Helebê cejna Çarşema Sor pîroz kir û destnîşan kir ku cejn girêdana civakî xurt dike, mozaîka Sûriyeyê xweşiktir dike û hevgirtina gelan ji bo misogeriya azadî û aştiyê zêde dike.
Şêniyên civaka Êzidî yên li navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê û yên Helebê cejna Çarşema Sor pîroz kir. Di şahiyan de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinên siyasî û civakî beşdar bûn.
AMÛDÊ
Li navçeya Amûdê bi sedan êzidiyên herêmê û yên ku ji derve û Ewropayê hatine berê xwe da şahiya cejna Çarşema Sor (Sersala Êzidî) ya ku Mala Êzidî û Desteya Çandê ya kantona Cizîrê li gundê Dugir ê navçeyê li dar xistiye.
Di şahiyê de hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, oldarên herêmê û saziyên siyasî û çandî beşdar bûn.
Di şahiyê de hevserokê Mala Êzidî ya kantonê Îsmaîl Delef cejna Çarşema Sor li êzidiyan û pêkhateyên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku ev cejn cejna biratiya gelan e.
Îsmaîl Delef soza şopandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan tevgerîna li gorî wan da.
Her wiha, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê Vîvyan Beho Osê cejna Çarşema Sor li êzidiyan û gelên Sûriyeyê pîroz kir û got: "Cejn girêdana civakî xurt dike û mozaîka Sûriyeyê xweşiktir dike. Em aştî û ewlehiyê ji civaka êzidî û tevahî gelan re dixwazin."
Piştre, koma şehîd Azda stranên li ser cejnê, dibistana şanoyê jî lîstikeke şanoyê bi navê "Bibûre Mem û Zîn" pêşkêş kirin.
Her wiha hunermend Lawîm Yûsif stran pêşkêş kirin û şahî bi xwarin, xwendina peyamên pîrozbahiyê û stranan bi dawî bû.
HELEB
Li Helebê jî Mala Êzidî şahiyek bi dirûşma "Bi ruhê şehîdên azadiyê em ê Çarşem Sor pîroz bikin û dagirkeriyê têk bibin" li parka Zarokên Şehîdan a herêma Şiqeyêf a bakurê taxa Şêxmqsûd li dar xist.
Di şahiyê de êzidî û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rûspiyên herêmê beşdar bûn.
Di serî de rêvebera Mala Êzidî Roşîn Mûsa got: "Cejna Çarşema Sor roja xurtkirina hezkirin û hevgirtina di navbera hemû pêkhateyan de ye."
Her wiha hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û got dîroka cejna Çarşema Sor pir kevnar e û yê ku ev cejn ji windabûnê parastiye Rêber Abdullah Ocalan e.
Şahî bi sirûdên olî, stran û govendên folklorî yên êzidî bi dawî bû.
(mh)
ANHA