Şandeya Parlementoya Iraqê li Tirkiye ye

Şandeyek ji parlementerên Iraqê dibin serokatiya Serokê Parlementoyê yê bi Wekalet Muhsin Mendelawî de serdana Enqereyê kir.

Şandeya Parlementoya Iraqê li Tirkiye ye
17 nîsan, 2024   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa serokatiya parlementoya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand, şandeyek ji parlementerên Iraqê dibin serokatiya Serokê Parlementoya Iraqê yê bi Wekalet Muhsin Mendelawî de serdana Enqereyê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şande li ser vexwendina fermî ya rayedarên Tirk pêkhatiye.

Hat diyarkirin ku wê şande du rojan li Tirkiye bimîne û li gel rayedarên dewleta Tirk li ser hin mijaran rêze hevdîtinan pêkbîne.

Hêjayî gotinê ye wê roja 22’yê Nîsanê jî Serokkomarê Tirk Tayib Erdogan serdana Bexdayê bike û piştre jî li Hewlêrê gel rayedarên PDK’ê bicive.