Ewn: Lubnan li benda destnîşakirina dîroka danûstandinên bi Îsraîlê re ye

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn diyar kir ku welatê wî li bendê ye ku Amerîka dîrokekê ji bo danûstandinên bi Îsraîlê re destnîşan bike.

Ewn: Lubnan li benda destnîşakirina dîroka danûstandinên bi Îsraîlê re ye
29 nîsan, 2026   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn ragihand ku welatê wî li benda destnîşankirina dîrokekê ji bo destpêkirina danûstandinên bi Îsraîlê re ye. Nebîh Berî jî agahiya "şêwirmendiyên" bi serokatiyê re der barê van danûstandinan de red kir.

Ewn di hevdîtina xwe de ligel şandeyeke ji desteyên aborî li Qesra Serokkomariyê diyar kir ku hemû gavên wî yên têkildarî dosyaya danûstandinan bi hemahengiya Serokê Parlamentoyê Nebîh Berî û Serokwezîr Newaf Selam hatine avêtin û gotinên tên kirin ku wî bi tena serê xwe biryar daye red kirin.

Der barê nîqaşên li ser xala "tevgerîna serbest" a Îsraîlê di nava axa Lubnanê de, Ewn destnîşan kir ku ev bend di daxuyaniya Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de cih girtiye û ew li gorî tiştên ku di peymana rawestandina êrişên di navbera Lubnan û Îsraîlê de li hev kirine,  hemaheng e.

Cozêf Ewn anî ziman ku tekane çareseriya ji bo misogerkirina îstîqrarê danûstandin û belavkirina artêşa Lubnanê li başûr e, ji ber ku ev yek garantiya bingehîn a parastina sînoran û pêşîgirtina li aloziyan e.

Li beramber wê yekê, nivîsgeha Nebîh Berî agahiyên ku li ser zimanê serokê Lubnanê yên der barê şêwirmendiyên li ser rêça danûstandinan an peymana Mijdara 2024'an de hatine belavkirin red kirin.

Li Washingtonê civînek ku Balyoza Lubnanê li DYAˊyê Neda Hamade Mouawad û Balyozê Îsraîlê Yehiel Leiter hebûn, bi beşdarbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump, Cîgirê Serok JD Vance û Wezîrê Derve Marco Rubio hatibû lidarxistin, di civînê de heta 3 hefteyên dîtir agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de hatibû dirêjkirin.

(ac/fr)