Rêveberiya Kobanê pêşwazî li şandeyek hikumeta demkî kir

Rêveberiya bajarê Kobanê di çarçoveya şopandina dosyaya entegrasyonê ya li gorî peymana 29ˊê Çileyê de pêşwazî li şandeyek hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir. Di civînê de entegrasyona saziyên xizmetguzariyê, aştiya navxweyî û berdana dîlgirtiyan hat nîqaşkirin.

Rêveberiya Kobanê pêşwazî li şandeyek hikumeta demkî kir
Rêveberiya Kobanê pêşwazî li şandeyek hikumeta demkî kir
Rêveberiya Kobanê pêşwazî li şandeyek hikumeta demkî kir
Rêveberiya Kobanê pêşwazî li şandeyek hikumeta demkî kir
29 nîsan, 2026   21:26
KOBANÊ

Şandeyek ji Parêzgeha Helebê, bi serokatiya Îbrahîm Mihemed El Belîx, Rêveberê Bazirganiya Navxweyî ya Helebê û berpirsê dosyaya entegrasyonê bi Rêveberiya Xweser re, digel hejmarek ji rêveberên saziyên xizmetguzarî wekî rêveberên saziyên dexlûdanan, zimhêr û bazirganiyê serdana bajarê Kobanê kir.

Şande ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa, mûdîrê Rêveberiya Navçeya Kobanê Mihemed Mistefa Mihemed û nûnerên ji saziyên eleqedarî beşên çandinî, dexlûdan, firne û aşxaneyên li Kobanê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de li ser rêbazên hêsankirina entegrasyona van saziyan, bi taybetî amadekariyên ji bo mewsia 2026ˊan, mekanîzmeyên piştgiriya beşa çandiniyê û piştgiriya cotkaran hatin nîqaşkirin. Li kêleka wan jî mijarên girêdayî li ser aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di navbera Sûriyeyiyan de, redkirina gotinên nefretê û pêwîstiya bilezkirina berdana hemû dîlgirtiyan hatin gotûbêjkirin.

(fr)

ANHA