‘Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di dilê me de lê dide’

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û qanûnên rêxistinên mirovî û hiqûqî bi “hibra li ser kaxizê” wesifandin.

‘Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di dilê me de lê dide’
18 nîsan 2024   02:35
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker li gel helwesta şermok a rêxistinên mirovî û hiqûqî û paşguhkirina pêkanîna erkên xwe, tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û nahêle malbat û parêzer wî bibînin.

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê jî ev tecrîd şermezar kir û got heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dê li ber xwe bidin.

Şêniya bi navê Nizhe Seyfûdîn diyar kir ku tecrîd, berdewama tecrîda li ser gelê Kurd û gelan e ku bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer kiriye û wiha domand: "Ji tecrîdê û girankirina wê dixwaze van gelan tune bike, nemaze ku di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de destkeftiyên mezin bi dest xistin."

Nizheyê got: "Her çi qas tecrîdê giran bikin, baweriya gelan bi felsefeya Rêbertî xurttir dibe. Ji ber wê divê hêzên hegemonîk, vê rastiyê fêm bikin. Bi girankirina tecrîdê, îsrara me ya berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê heta bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, zêdetir dibe."

Nizhe wiha pê de çû: "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di dilê me de lê dide. Di damarên me de diherike. Ji bo ku em wî di nava xwe de azad bibînin, çi pêwîst bike em amade ne bikin."

Nizhe helwestên rêxistinên navneteweyî û hiqûqî, di serî de CPT, şermezar kir û qanûnên wê bi “hibra li ser kaxizê” wesifand.

Şêniya bi navê Mehabad Ebdullah jî got: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser tevajî jinan e ku bi rêya rêgeza wî xwe nas kir."

Mehabad bang kir ku tecrîd bi dawî bibe û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan tenê dikare aloziyên di navbera hêzên hegemonîk de çareser bike ku şerê yekitiya gelan û hevgirtina wan dikin.

Hisên El Şêx jî helwestên rêxistinên mirovî û hiqûqî şermezar kir û got: "Çi qas hewl bidin me ji Rêberê me dûr bixin jî nikarin. Em hêza xwe ji berxwedana wî ya ji bo azadiyê digirin."

El Şêx soz da ku wefadarê berxwedana bêhempa ya li Îmraliyê bin û têkoşînê mezin bikin û li qadan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

(şx)

ANHA