Çeteyan û hêzên Şamê noqteyên hev topbaran kirin

Çeteyên El Fetih El Mûbîn noqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin. Hêzên Şamê jî bersiv dan derdora noqteyeke artêşa Tirk a dagirker a li rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Çeteyan û hêzên Şamê noqteyên hev topbaran kirin
4 mijdar, 2023   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên El Fetih El Mûbîn noqteyên hêzên Şamê yên li bajarê Seraqib ên başûr rojhilatê Idlibê topbaran kirine. Hêzên hikumeta Şamê jî derdora noqteyeke artêşa Tirk a dagirker a li bajarokê Avis ê li rojhilatê Idlibê û gundên Meribelît ê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, topbaran heta niha jî dewam dike. Lê agahiyên der barê kuştî û birîndaran de hîna nehatine bidestxistin.

(c)