Gel ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan

Li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî erdheja li Stenbolê rû da, çalakî û meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

4 kanûn 2023   18:29
QAMIŞLO

 Îro li Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû.  Piştî nûçeya erdhejê belav bû, xelkê Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê daketin qadan û xwestin rewşa Rêber Abdullah Ocalan were aşkerakirin.

şêniyên navçeya Girkê Legê, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist û xwest rewşa Rêber Abdullah Ocalan nas bikin.

Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bê Serok jiyan nabe" û "Em dixwazin parêzer di zûtirîn dem de biçin Îmraliyê" hatin vekirin.  Her wiha dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi xwîn û bi can em bi te re ey Serok" hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî ya navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir endamê PYD′ê Idrîs Mihemed axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îrade û rûmeta me dike. Negirtina agahiyan ji Rêbertî bi taybetî piştî erdhejê me dixe nava fikran."

Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin, serdana Îmraliyê bikin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin.

Endamê PYD′ê Idrîs Mihemed di dawiyê de got: "Em ê nesekinin, em ê li qadan bin heta agahiyekê ji Rêbertî bigirin, Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya gelên azadîxwazî dike."

Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Bi sedan şêniyên Dêrik û herêma Koçerat ên kantona Qamişloyê jî meşiyan û gotin, xetereya li ser Rêber Abdullah Ocalan li ser tevan e.

Meş ji qada Azadî ber bi sûka navendî ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û PKK′ê hatin vekirin. Her wiha dirûşmên "Bi Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Rêbertî", "Bijî Serok Apo" û "Bi can bi xwîn em bi te re Serok" hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî veguherî mîtîngî. Rêvebera PYD′ê ya Dêrikê Binefş Ebdo axivî  û anî ziman ku ew daxwaza aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan dikin û got: "Xetereya li ser Rêbertî li ser tevahî gelan e."

Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Rêber Apo" bi dawî bû.

Li bajar Qamişloyê jî meşek ji aliyê Însiyatîfa Gel a Qamişloyê ve hat organîzekirin. Bi sedan şêniyên Qamişloyê beşdarî meşê bûn. Meş ji çerxerêya Sonî heta çerxerêya Şehîd Rûbar bi bangên aşkerakirina agahiyê derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de dewam kir.

Meşevanê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarta bi dirûşma “Azadî ji bo Rêber Apo, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” rakiribûn. Di dawiya meşê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a bajarê Qamişlo Menîce Heyder axaftinek kir û diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker li Îmralî dide xuyakirin ku dixwaze gelê Kurd tune bike, wê yekê jî di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de pêk tînin û wiha got: “Ji şewatê, berî xwe didin jehirkirinê û tecrîdeke giran. Niha erdhej çêbûye di vê rewşê de metirsiyên me ser rewşa Rêber Apo de gelektir dibin.”

Menîce Heyder wiha pê de çû: “Em agahiyeke acil derbarê Rêber Apo de dixwazin, em qet rehet û aram jiyan nakin. Em rola CPT`yê nabînin, bêdengiya wan şermeke mezin e. Em soz didin Rêber Apo heta dawiyê ji bo pêkanîna felsefeya wî têbikoşin.”

Meş bi slogana `Bijî Serok Apo` bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîs jî Meclisa Gel a Til Hemîs daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê endama meclisê Belqîs Elabdullah ve li pêşiya avahiya Meclisa Gel a Til Hemîsê hat xwendin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistin û dezgehên mafê mirovan li cîhanê kir ku rê li ber tecrîda girankirî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan bigirin û agahiyekê ser rewşa wî bide.

 (sb/bb)

ANHA