Fransa biryara girtina Beşar Esed da

2 dadgerên Fransî li dijî Beşar Esed, bi tohmeta destê wî di sûcên şer de heye, biryara girtîna wî da.

Fransa biryara girtina Beşar Esed da
21 ÇILE, 2025   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî meh û nîvekê ji hilweşîna rejîma Beşar Esed, îro 2 dadgerên Fransî biryara girtinê bi tohmeta destê Esed di sûcên şer de heye, da.

Di biryarê de hat gotin ku ji ber ku Beşar Esed fermandarê giştî yê hêzên çekdar bû, ji lew re ew berpirsê sûcên li Sûriyeyê çêbûne, ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev biryara duyemîn e ku dadgerên Fransî yên girêdayî beşa sûcên dermirovî yên Dadgeha Dozgeriyê ya Parîsê li dijî Esed didin. Di Hezîranê de jî biryara yekemîn a girtinê hatibû dayîn.

(fr)