Nasnameyên 5 şehîdên Bendava Tişrînê hatin aşkerakirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo nasnameyên 5 şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bendava Tişrînê aşkera kirin.

Nasnameyên 5 şehîdên Bendava Tişrînê hatin aşkerakirin
19 ÇILE, 2025   14:14
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker duh ber êvarî êrişî nobedarên Bendava Tişrînê kir. Di encama bombebaranê de 5 şênî şehîd bûn û zêdetirî 20 şêniyan jî birîndar bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê navên şehîdên êrişê li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin.

Li gorî Meclisa Malbatên Şehîdan, navên şehîdan wiha ne: Ekrem Rixo, Kêfo Osman, Menîce Heyder, Mizefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm.

Meclisa Malbatên Şehîdan diyar kir ku her 5 şênî ji bajarê Qamişloyê ne 17ˈê Çileyê bi armanca parastina bendava Tişrînê berê xwe dabûn bendavê û di êrişa duh (18 Çile) de şehîd bûn.

(sb)

ANHA