Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê tên bibîranîn

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê tevî, hêzên leşkerî û malbatên şehîdan ji bo bîranîna şehîdên êrişê, ber bi çiyayê Qereçoxê  dimeşin.

Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê tên bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê tên bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê tên bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê tên bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê tên bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê tên bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê êrişê tên bibîranîn
25 nîsan, 2026   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

25'ê Nîsana 2017'an, balafirên dewleta Tirk a dagirker navend û baregehên YPJ û YPG'ê yên li Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 20 şervan û fermandarên YPG û YPJ’ê, nûçegihanên şer şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn. Ji wê demê ve li Rojava 25'ê Nîsanê wek Roja Şehîdan hatiye îlankirin.

Bi sedan şêniyên Herêma Cizîrê tevî malbatên şehîdan û hêzên leşkerî ji vê sibehê ji bo bîranîna şehîdan ber bi çiyayê Qereçoxê ve dimeşin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê dê merasîma bîranînê li dar bixe. Di bernameya merasîmê de dê axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD'ê ve werin kirin.

(