Trump hişyarî da Îranê: Bi xatirê te mêrê nazik

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro, di postekê de li ser platforma Truth Social gef li Îranê xwar. Di wê postê de Trump bi xwe di nav wêneyekî ku bi hişê çêkirî hatiye çêkirin de, tivingek hilgirtiye, li ser nivîsiye; "Bi xatirê te, mêrê nazik."

Trump hişyarî da Îranê: Bi xatirê te mêrê nazik
29 nîsan, 2026   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump di postekê li ser Truth Social de nivîsand, "Îran nikare tevgerên xwe kontrol bike. Ew nizanin çawa peymaneke nenukleerî îmze bikin. Divê ew di demek nêzîk de zanetir bibin."

Wêneyê ku ji hêla Trump ve hatî parvekirin nîşan dide ku çekeke êrişê ya AR-15 an M4 e, tifingeke nîv-otomatîk e ku bi gelemperî di çarçoveyên leşkerî yan ewlehiyê de, her wiha li hin welatan sivîl bi kar tînin. Li ser wêne hatiye nivîsîn ku "Bi xatirê te mêrê nazik."

Ev yek di demekê de tê ku dorpêça Amerîkayê li ser Îranê û nezelaliya li ser rêça danûstandinan dewam dike.

Li gor rayedarên Amerîkî yên ku ji rojnameya Wall Street Journal re axivîn, Trump talîmat daye alîkarên xwe ku xwe ji bo "dorpêçeke dirêj" li dijî Îranê amade bikin, da ku Îranê neçar bike ku peymana nukleerî qebûl bike.

(ac/fr)

ANHA