Endazyar Ekrem Silêman bû Gerînendeyê Giştî yê Elektrîkê yê Hesekê

Endazyar Ekrem Silêman wek Gerînendeyê Giştî yê Elektrîkê yê Parêzgeha Hesekê hat tayînkirin.

Endazyar Ekrem Silêman bû Gerînendeyê Giştî yê Elektrîkê yê Hesekê
12 tîrmeh, 2026   16:29
HESEKÊ

Şîrketa Elektrîkê ya Sûriyeyê îro biryara hejmar 73 derxist û tayînkirina Ekrem Xelîl Silêman wek Gerînendeyê Giştî yê Elektrîkê yê Parêzgeha Hesekê ragihand.

Naveroka biryarê wiha ye:

"Serokê Giştî yê Şîrketa Elektrîkê ya Sûriyeyê,

Li gorî bendên Fermana Hejmar 45 a 2026ˊan,

Li gorî bendên Fermana Hejmar 96 a 2026ˊan,

Li gorî Biryara Hejmar 439 a 30ˊê Hezîrana 2026ˊan,

Û li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî,

biryarên jêrîn dide:

Xala 1: Birêz Ekrem Xelîl Silêman wekî Gerînendeyê Giştî yê Daîreya Elektrîkê ya Parêzgeha Hesekê tê tayînkirin.

Xala 2: Her biryarek ku bi vê biryarê re nakok be, bi vê yekê tê betalkirin.

Xala 3: Ev biryar ji roja derxistina wê ve dê bikeve meriyetê. Kesên têkildar dê ji bo pêkanîna wê werin agahdarkirin."

Endazyar Ekrem Silêman ji bajarê Hesekê ye. Xwediyê bawernameya masterê di Endazyariya Elektrîkê de ye, derçûyê Zanîngeha Tişrînê ye û di warê endazyariyê de xwedî ezmûn e.

(fr)