Li Hesekê çinîna berhemên çandiniyê yên zivistanê bi dawî bû

Gerînendetiya Çandiniyê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku xebatên çinîna berhemên çandiniyê yên zivistanê weke genim, ceh û nîsk bi dawî bû.

Li Hesekê çinîna berhemên çandiniyê yên zivistanê bi dawî bû
12 tîrmeh, 2026   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê Gerînendeyê Çandiniyê yê Hesekê Izedîn El Hiso ragihand ku xebatên çinîna berhemên çandiniyê yên zivistanê li tevahî parêzgeha Hesekê bi dawî bûn. El Hiso diyar kir ku rûbera genimê avî yê hatiye çinîn 100 hezar û 200 hêktar, rûbera genim bejî 363 hezar hêktar, rûbera cehê avî 21 hezar hêktar û cehî bejî 268 hezar hêktar hat çinîn.

El Hiso destnîşan kir ku li kêleka berhemên din rûbera nîskê avê 2 hezar û 200 hêktar û nîskê bejî 21 hezar û 800 hêktarê bejî hatin çinîn.

Herêma Cizîrê yek ji herêmên çandiniyê yê girîng li Sûriyeyê ye. Li herêmê çandina genim, ceh û nisk hêmanekî bingeh di hilberîna çandiniyê de ye.

(fr)