Kalemêrek ji Humsê di mala xwe de kuştî hat dîtin

Îro li bajarê Humsê welatiyekî 60 salî di mala xwe ya li taxa Ebasiyê de kuştî hat dîtin.

Kalemêrek ji Humsê di mala xwe de kuştî hat dîtin
12 tîrmeh, 2026   16:17
HUMS

Kalemêrek 60 salî di mala xwe ya li taxa Ebasiyê ya bajarê Humsê de kuştî hat dîtin. Vê sûcê di nava şêniyan de metirsî çêkir.

Nûçegihanê me da zanîn ku navê qurbanî Seîd Ebdulezîz El Ebdullah e, temenê wî 60 salî ye. Di mala xwe de kuştî hat dîtin. Li gorî lênêrînên destpêkê bi alaveke tûj êrişî wî hatiye kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, qurbanî 18 caran kêr di laşê xwe de xwariye û di cih de wefat kiriye.

Vê sûcê di nava şêniyên taxa Ebasiyê de metirsî çêkir û banga lezdana aşkerakirina sûcdar û pêşkêşkirina ji edaletê re kir.

(fr)