‘Divê em bi şev û roj bixebitin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi dest bixin’

Şêniyên Qamişloyê yên ji pêkhateyên cuda got "Divê em hemû destê xwe bidin hev, çalakiyên cur bi cur pêk bînin û bi şev û roj bixebitin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi dest bixin.”

‘Divê em bi şev û roj bixebitin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi dest bixin’
12 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
BOTAN EREB

Dewleta Tirk a dagirker pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê didomîne û rê nade ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Şêniyên Qamişloyê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Emîra Heso wiha got: "Ev 26 sal e dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan pergala îşkenceyê ferz dike û hêzên navneteweyî bê deng in.”

Emîra Heso her wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan mirovekî demokratîk e. Tenê daxwaza wî pêkanîna aştiyê û pêkanîna fikra neteweya demokratîk e. Ew gelê xwe diparêze, bi taybetî jî jinan diparêze û doza mafên wan dike.”

Emîra diyr kir ku ew ji bo têkbirina pergala îşkence û qirkirinê tê dikoşin û got: "Heta azadiya wî ya fîzîkî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Perwîn Bîco jî wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest tê koşiya û felsefeya wî li cîhanê belav bû. Êdî her kes projeya wî ya neteweya demokratîk nas dike. "

Perwînê diyar kir ku “Divê her kes destê xwe bide hev û çalakiyan li dar bixe û şev û roj bixebitin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi dest bixin.”

Ehmed Ebdo jî got: "Berxwedana ku em li girtîgeha Îmraliyê dibînin berxwedaneke dîrokî û destanî ye û ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan e.”

Ebdo di berdewama axaftina xwe de got: "Ev berxwedan dihêle ku em ji bo Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind û mezin bikin. Ji bo tiştên wî dane me em spasdar in. Gelê Kurd berê bê can bû, lê bi raman û felsefeya Rêbertî re dîsa bi can bû. "

(k)

ANHA