‘Em ê bi têkoşînê komployê bişikînin û Rêber Apo azad bikinˊ

Şêniyên Kobanê diyar kir ku ew ê bi têkoşînê Komploya Navneteweyî bişikînin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.

‘Em ê bi têkoşînê komployê bişikînin û Rêber Apo azad bikinˊ
13 cotmeh, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bi boneya 27`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya di 9`ê Cotmeha sala 1998`an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatibû, şêniyên Kobanê ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.

Gulçîn Qadir komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: "Rêber Apo 27 sal e di zindana Îmraliyê de ye. Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest têkoşîn kir, lê dewletên hegemon ew tişt tehmûl nekir û li dijî Rêberê me komplo pêk anîn. Em ji dewletên desthilatdar û Komploger re dibêjin, Rêberê me bi fîzîkî ne di nav me de ye, ew di dilê me de jiyan dike û ramanên wê di mêjiyê me de ne.”

Di dewama axaftinê de Gulçînê anî ziman ku ew li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin û got: "Komplo berdewam e, lê li kêlek vê yekê, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan êrişan li ser herêmê me pêk tînin, bi vê yekê dixwazin vîna gelan têk bibin. Tu carî vîna gelên me têk naçe ji ber ku me xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo perwerde kiriye. Em xwedî hêz in û em ê bi vê hêza xwe Komployê têk bibin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin. Me li hember dijminê hovane têkoşîn kir û dijmin têk bir, em ê li ber xwe bidin heta ku em komployê bişikînin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin. Dîtina Rêber Apo ji min re bûye hesret, hereta dilê min dîtina Rêber Apo ye".

Faris Etî got Rêber Abdullah Ocalan mafên hemû pêkhateyên parastin û wiha pê de çû: "Komploya li dijî Rêber Apo, armanc ew e ku gelê Kurd tune bikin û vîna gelan lewaz bikin. Lê Rêber Abdullah Ocalan bi zanist û ramanên xwe gelê Kurd kir xwedî maf û hemû kes hişar kir. Dewleta Tirk digot ku me li ser gelê Kurd baton kir û êdî Kurd nikarin serî hildin, lê Rêbertî ew baton li ser gelê Kurd şikand û gelê Kurd bi hêz kir.”

Etî di dewama axaftina xwe de got: “Aloziyên di Rojhilata Navîn de her ku diçin gurtir dibin, çareseriya pirsgirêkan û aramiya li cîhanê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Dema ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, wê demê aramî li cîhanê pêk were. Şikandina komployê çareseriya pirsgirêkan e.”

Sûad Şêx Demir jî da zanîn ku dewletên hegemon bi planeke qirêj, li dijî Rêberê Abdullah Ocalan Komplo pêk anîn û wiha got: "Armanca dewletên hegemon ew e ku di şexsê Rêber Apo de mafê gelê Kurd de tune bikin. Lê Rêber Apo bi hemû hêza xwe firkra neteweya demokratîk di nava civakê de belav kiriye û gel jî xwe li ser vê fikrê bi rêxistin kiriye."

Sûadê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû pêkhateyan têkoşîn kir, divê hemû pêkhate ji bo azadiya wî tê bikoşin û wiha got: "Divê em wek jin her tim ji bo azadiya Rêber Apo asta têkoşîna xwe bilindtir bikin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û Rêberê xwe hembêz bikin."

(fr)

ANHA