‘Em dewleteke ku rêzê bide çandan û pirrengiyê dixwazin’

Endamê Partiya Aşûr a Demokratîk Robert Ayşo anî ziman ku girîng e mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de misoger bibin.

‘Em dewleteke ku rêzê bide çandan û pirrengiyê dixwazin’
2 nîsan, 2026   13:17
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Endamê Partiya Aşûrî ya Demokratîk Robert Ayşo bi boneya salvegera cejna Ekîto ji ajansa me re axivî û cejna Ekîto li hemû gelan pîroz kir. 

Ayşo di destpêka gotinên xwe de wiha got: “Cejna Ekîto cejna hemû gelên Sûriyeyê ye, kûrahiya şaristaniya hevbeş a pêkhateyan, xwişk û biratiya wan nîşan dide. Pîrozbahiyan 21`ê Adarê dest pê kir û heyanî 1`ê Nîsanê dewam kirin.”

Ji bo mafên pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de misoger bibin, Ayşo wiha got: "Divê mafên pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de misoger bibin. Mafên wan ên ziman, çand û hemû şahiyên xwe pîroz bikin, bidin.”

Her wiha Ayşo anî ziman ku dema pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî pîrozbahiyên hev dibin, têkiliyên xwe yên civakî xurttir dikin û got: “Divê dewleteke ku rêzê bide pirrengî û çandên pêkhateyan were avakirin.”

Cejna Ekîto bi heyecaneke mezin li bajarê Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê û Til Temir ên herêma Cizîrê hat pîrozkirin û ji hemû pêkhateyên Cizîrê beşdarî pîrozbahiyê bûbûn.

ANHA