Hikumeta demkî rê nade şêniyên Çelebiyê daxuyaniyê bidin

Şêniyên bajarokê Çelebiyê yê Kobanê hewl didin der barê geşedanan de dauxyaniyekê bidin, lê hêzên hikumeta demkî rê nade.

Hikumeta demkî rê nade şêniyên Çelebiyê daxuyaniyê bidin
2 nîsan, 2026   13:14
KOBANÊ

Şêniyên bajarokê Çelebiyê yê Kobanê hewl didin der barê geşedanên dawîn de daxuyaniyekê bidin, lê endamên hikumeta demkî rê nadin daxuyanî were dayîn, di heman demê nahêlin rojnamevan bûyerê bişopînin.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê şaredarek ji bajarokê Çelebiyê yê Kobanê re tayîn kir. Bi dehan şêniyên bajarokê Çelebiyê li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Şêniyan diyar kir tayînkirin ne li gorî peymana di navbra QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de ye, li gorî wê şênî herêmên xwe bi rê ve dibin û rêveberên xwe hildibijêrin.

Hêzên ewlekariya giştî yên girêdayî hikumeta demkî xwepêşandan asteng kir, gule teqandin û rê neda çapemenî bûyerê bişopîne.

(bb)