`Bi hezaran jinên ciwan ji bo welatê xwe dibin Ronahî’

Şehîd Ronahî bi rûkeniya xwe di nava hevalên xwe de dihate naskirin û di kesayeta xwe de taybetmendiyên jineke têkoşer û parêzvana welat dihewandin.

`Bi hezaran jinên ciwan ji bo welatê xwe dibin Ronahî’
`Bi hezaran jinên ciwan ji bo welatê xwe dibin Ronahî’
`Bi hezaran jinên ciwan ji bo welatê xwe dibin Ronahî’
`Bi hezaran jinên ciwan ji bo welatê xwe dibin Ronahî’
`Bi hezaran jinên ciwan ji bo welatê xwe dibin Ronahî’
`Bi hezaran jinên ciwan ji bo welatê xwe dibin Ronahî’
1 kanûn, 2024   04:10
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Ronahî Amanos (Hêvîn Hisên) sala 2000`î li bajarokê Ehrezê yê kantona Şehbayê ji dayik bûye. Hêvîn di nava malbateke welatparêz de mezin bû ku ji 4 xwişk û 5 birayan pêk tê. Ji ber rewşa aborî ya zehmet a malbatê heya refa 7’an xwend. Ronahî bi rêya şoreşgerên ku dihatin mala wan, tevgera azadiya Kurdistanê nas kir.

Ronahî Amanos di sala 2014`an de biryara tevlêbûna xwe ya nava YPJ`da, di  kesayeta xwe de taybetmendiyên jineke têkoşer û parazvana welatê çesipandin û tev li gelek perwerdeyan bû.

Ronahî piştî dagirkirina Efrînê derbasî nava xebatên Ciwanan dibe û asta kantona Efrîn û Şehba dibe berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşerger û roleke girîng di xebat û rêxistinkirina ciwanan û jinên ciwan ên pêkhateya Ereb pêk tîne.

Di sala 2022`yan de wek endameke Meclisa Giştî yaTevgera Ciwanên Şoreşger li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dike.

Şehîd Ronahî di hemû xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger de cih girt û xebat li ser esasê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan meşandin.

Ji bo pêşxistina xebatên ciwanan li Rojhilatra Navîn, şehîd Ronahî di sala 2024`an de bi komeke ciwan re derbasî Lubnanê dibe.

Şehîd Ronahî di 15’ê Mijdara 2024`an de, di encama krîza dil de li bajarê Qamişloyê şehîd bû.

Dayika şehîd Ronahî Amanos, Xedîce Ferec diyar kir ku Ronahî keça herî mezin a malbatê bû û ji bo malbata xwe hêzek bû. Wê gelekî ji hevalên xwe hez dikir. Her tim rûken bû.

Xedîceyê destnîşan kir ku dema Ronahiyê tevgera ciwanan nas kir, bi dilsozî xebatên ciwanan dan meşandin û got: "Beriya ku Ronahî şehîd bikeve, hatibû malê û ji min re got dema ku ez şehîd bibim li ser gora min negirî. Ez jî bi şehadeta keça xwe serbilind im.”

Xwişka şehîd Ronahî, Sîdar Elî Hisen destnîşan kir ku şehîd Ronahî di zarokatiya xwe de hêvî dikir ku di nava xebatên ciwanan de cih bigire û hêviya wê pêk hat.

Birayê şehîd Ronahî, Hisên Elî Hisên jî wiha got: "Xwesteka wê zêde hebû ku tev li nava Tevgera Ciwanên Şoreşger bibe. Beriya ku tev lê bibe, di hemû çalakiyan de cih girt. Ronahî jineke xwedî kesayet bû, di nava jinên ciwanan de cihekî wê yê taybet hebû. Di nava malbatê de ji xwişkên xwe û birayên xwe re dibû hêz."

Hevalê şehîd Ronahî, Xalid Xalid jî diyar kir ku şehîd Ronahî li Şehbayê dest bi xebatê kir, bi hezkirina xwe û rûkeniya xwe di nava hevalên xwe de dihate naskirin.

Xalid wiha got: “Di hemû axaftinên şehîd Ronahî de her tim ji ciwanan dixwest ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bikin. Piştî şehadeta heval Ronahî 2 hevalên me di merasîma oxirkirina şehîd Ronahî de soza tevlêbûna nava refên gerîla da. Bi hezaran jinên ciwan dê dibin Ronahî ji bo welatê xwe.”

Şehîd Ronahî beriya şehîd bibe bi rêya ajansa me bang li hemû ciwanan kiribû ku armanca hemû çalakiyên ciwanan ji bo hilweşandina pergala îşkencê û qirkirinê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan be. Her wiha bang kir ku ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûreyeyê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bikin û ji bo şerê gel ê şoreşgerî xwe amade bikin.

(k)

ANHA