Wezareta Enerjiyê hişyarî da niştecihên Dêrazor û Reqayê: Nêzî Firatê nebin!

Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz ragihand ku asta ava bendava Kedîranê dê 900 mîtrekub di saniyeke de bilind bibe û dibe ku bihêje hezarî. Wezaretê bang li niştecihên Dêrazor û Reqayê kir ku nêzî çemê Firatê nebin.

Wezareta Enerjiyê hişyarî da niştecihên Dêrazor û Reqayê: Nêzî Firatê nebin!
21 tebax, 2026   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz destnîşan kir ku ji roja şemiyê (23 Tebax) ve dê asta ava bendava Kedîranê 900 mîtrekub di saniyeke de bilind bibe. 

Wezaretê diyar kir ku dibe asta ava çemê Firatê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê berdan di du rojên pêş de bihêje hezarî.

Wezaretê ji niştecihên Dêrazor û Reqayê  xwest ku hişyar bin, nêzî qiraxên çemê Firatê nebin û avjeniyê tê de nekin.

(bb)