El Şera li Şamê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir

Serokê hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê li Şamê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir. Barzanî ji bo gotûbêjkirina têkiliyên dualî û pêşketinên herêmî, yekem serdana xwe ya fermî ya bo Sûriyeyê dike.

El Şera li Şamê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir
3 tebax, 2026   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê Ehmed El Şera îro li Qesra Gel a li Şamê pêşwaziya serokê Herêma Federal a Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kir. Serdan li ser vexwendina El Şera pêk hat.

Ev yekem serdana Barzanî bo Şamê ye, ji bo xurtkirina hevrêzî û hevkariya di navbera her du aliyan de li ser mijarên herêmî.

(k)

ANHA