Cangoriyên Qirkirina Êzidiyan li Loehneyê hatin bîranîn

Li bajarê Loehne yê Elmanyayê li Navenda Êzidîxanê cangoriyên Qirkirina 3'ê Tebaxê hatin bîranîn. Di bîranînê de pêşangeha Rawand Jawad Smail hate vekirin û li fîlmê Şêro Hindê hate temaşekirin.

Cangoriyên Qirkirina Êzidiyan li Loehneyê hatin bîranîn
3 tebax, 2026   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîranîna ku êvara Yekşemê hate lidarxistin gelek Êzidî û Elman tevlî bûn. Li salona bîranînê pêşangeha wêneyan a bi navê "Ji tarîtiyê ber bi Ronahiyê ve" hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên li ser fermanê û koçberiya ji ber fermanê hatin nîşandan. Şêwekar Rawand Jawad Smail jî beşdarî bîranînê bû û axivî.

Di bîranînê de li fîlmê "Evîn di rûyê qirkirinê de" yê Şêro Hindê hate temaşekirin. Fîlm fermanê bi dengê dengbêjan vedibêje.

Di bîranînê de bi navê Navenda Êzidîxanê axaftin hate kirin û hate ragihandin ku Êzidiyan berê xwe dane paşerojê û ronahiyê.

Qisekeran diyar kirin ku armanca wan afirandina civakeke xurt e û ragihandin ku çanda Êzidî xwedî rabirdûyeke hezaran salî û bi kok e.

Di bîranînê de ji bo kampanya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) banga xurtkirinê hate kirin.

Kampanya bi navê "Ji bo edalet û azadiyê tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê" 17'ê Tîrmeha 2026'an hate destpêkirin û wê 25'ê Mijdara 2026'an bi dawî bibe.

Armanca bingehîn a kampanyayê ew e ku jin û zarokên Êzidî yên di dema fermanê de hatin revandin û aqûbeta wan nayê zanÎn bêne dîtin û rizgarkirin.