DYA’yê şandeya xwe ji dan û standinên Xezayê vekişand

DYA’yê şandeya xwe ji dan û standinên agirbestê yên Xezayê vekişand û îdia kir ku Hemas di dan û standinan de ne cidî ye.

DYA’yê şandeya xwe ji dan û standinên Xezayê vekişand
25 tîrmeh, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Steve Witkoff duh (Pêncşem) ragihand ku DYA’yê biryar daye ku şandeya xwe ji dan û standinên agirbestê yên Xezayê vekişîne.

Witkoff bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê X’ê parve kiriye, got: "Piştî bersiva dawîn a Hemasê ku bi zelalî nîşan dide ku ew bi rêkeftineke agirbestê ya li Xezayê re ne eleqedar e, me biryar da ku tîma xwe ji şêwirên li Dohayê vegerînin."

Witkoff got tevî hewldanên mezin ên navbeynkaran, lê xu ya ye Hemas nebirêxistinkirî ye û bi niyeteke qenc tev nagere.

Nûnerê DYA’yê anî ziman ku ji bo serbestberdana dîlgirtiyên Îsraîlê yên li Xezayê hatine ragihandin, ji bo avakirina hawirdoreke ewle ji sivîlên li Xezayê re dê welatê wî vebijêrkên din lêkolîn bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ji televîzyonekê re axivî û got: "Amadebûna Îsraîlê ji bo gihaştina lihevkirina agirbestê nayê wateya paşvekişandin an qelsiyê. Em ji bo lihevkirineke nû ya ji bo berdana girtiyên xwe dixebitin, lê eger Hemas vê yekê wek qelsî yan derfeteke ji bo ferzkirina şertên teslîmbûnê yên ku ewlehiya Îsraîlê tehdît dikin şîrove bike, hingê şaşiyeke mezin dike."

(bb)