DYA’yê li Nîjeryayê li DAIŞ’ê da

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku artêşê li bakur û rojavayê Nîjeryayê êrişên hewayî li dijî DAIŞ’ê pêk anîne û got, ’’Eger DAIŞ li wir dest ji kuştina Xiristiyanan bernede, welatê wî dê êrişên zêdetir bike.’’

DYA’yê li Nîjeryayê li DAIŞ’ê da
26 kanûn, 2025   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê ku li ser Truth Sosyal belav kiriye got: ’’Îşev bi rêberiya min weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Amerîkayê li bakurê rojavayê Nîjeryayê li dijî terorîstên DAIŞ’ê êrişeke bi hêz û kujer pêk anî."

Trump îdia kir ku ’’kesên hatin hedefkirin, di radeya yekemîn de Xiristiyanên bê guneh bi awayekî hovane qetil dikirin ku mîna wê bi salan û sedsalan jî çênebûye.’’

Fermandariya Amerîkayê ya li Afrîkayê jî daxuyaniyek li ser X’ê weşand û da zanîn ku ’’êriş li ser daxwaza rayedarên Nîjeryayê yên eyaleta Sokotoyê hatiye kirin û di encamê de hejmarek terorîstên DAIŞ’ê hatine kuştin.’’

Wezareta Karên Derve ya Nîjeryayê jî bi daxuyaniyekê ku vê sibehê weşandiye, piştrast kir ku DYA’yê êrişên hewayî li dijî "armancên terorîstan" pêk anîne.

Wezaretê daxuyand ku desthilatên Nîjeryayê di çarçoveya têkoşîna li dijî tundrawiyê de dê tevkariya ewlehiyê bi hêzên navneteweyî re ku DYA’yê jî di nav de ye didomîne.

Wezaretê piştrast kir ku "Baregehên terorîstan ên li bakur û rojavayê Nîjeryayê hatin hedefkirin."

(b)