Ji Xiristiyanan peyamên cejnê

Xiristiyanên li bajarê Tirbespiyê xwest ku cejna îsal bibe sala xêr, xweşî û aştiyê ji bo hemû gelê Sûriyeyê.

Ji Xiristiyanan peyamên cejnê
Ji Xiristiyanan peyamên cejnê
Ji Xiristiyanan peyamên cejnê
Ji Xiristiyanan peyamên cejnê
Ji Xiristiyanan peyamên cejnê
26 kanûn, 2025   09:14
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Xiristiyanên li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bi boneya  cejna rojbûna Pêxmber Îsa duh li dêran aynên olî li dar xistin. Pêkhateyên bajar jî  serdana dêran û nivîsgeha Partiya Yekitiya Suyran kir û cejn li wan pîroz kir.

Xiristiyanên bajar bi rêya ajansa me peyamên dan. Xiristiyanan hêvî kir ku cejna îsal bibe destpêka aştiyeke rasteqîn li Sûriyeyê, bidawîbûna şer, xebata ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî bo tevahî pêkhateyên gelê wê.

Hevserokê nivîsgeha Partiya Yekitiya Suryan a bajarê Tirbespiyê Edîb Goriye Şabo di destpêka peyama xwe de cejn li tevahî gelê Suryan ê li Sûriye û cîhanê pîroz kir û got "Peyama me peyama aştî û hezkirinê ye. Pêxmeber Mesîh pêşengê me yê belavkirina vê peyamê ye. Em hêvî dikin ku îsal bibe sala aştî û xêrê ji bo tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Êzidî."

Şabo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê jî û ev li gotinên xwe zêde kirin "Dema em dibînin ku tevahî pêkhate li vir li Tirbespiyê cejnê li hev pîroz dike, ev bi xwe peyamek ji tevahî cîhanê re ye ku em gel ji hezarên salan ve hevgirtî ne. Hevgirtin û yekitiya me ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk berdewam e."

Şêniyê bi navê Rabî Toma jî rojbûna Mesîh li tevahiya gelê Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku cejna îsal bibe destpêka salek nû ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ji tevahî pêkhateyên wê re.

Rabî Toma îşaret pê kir ku gel Sûriyeyê bi salan e ji ber şer êş kişandiye û xwest şer li seranserî welat raweste.

(b)

ANHA