DYA li dijî Îranê dest bi karanîna bargehên leşkerî yên Brîtanyayê kir

Brîtanyayê ragihand ku DYA dest bi karanîna bargehên leşkerî yên Brîtanyayê ji bo operasyonên "parastinê" yên li dijî Îranê kiriye.

DYA li dijî Îranê dest bi karanîna bargehên leşkerî yên Brîtanyayê kir
7 adar, 2026   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê eşkere kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi karanîna baregehên Brîtanî ji bo "operasyonên parastinê" yên li dijî Îranê de kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin ku "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi karanîna baregehên Brîtanî ji bo operasyonên parastinê kiriye, bi armanca pêşî li avêtina mûşekên Îranê bê girtin ku jiyana Brîtaniyan dixe xetereyê."

(ac)

ANHA