′Diyalogên navxweyî çareserî ye′

Li Helebê di panelekê de hate gotin ku rêgirtina li ber destwerdanên derve û diyalogên navxweyî rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
′Diyalogên navxweyî çareserî ye′
3 mijdar, 2023   18:33
HELEB

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  panelek bi sernavê "Geşedanên siyasî li herêmê û çareseriyên heyî" li hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, hêzên niştîmanî yên sûriyeyî û kesayetên serbixwe beşdar bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD'ê Sîhanok Dîbo axivî û got, li seranserî herêma Rojhilata Navîn alozî û qeyranên kûr hene ku pêwîstiya wan bi çareserkirinê hene.

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn ji çareserkirina pirsgirêka Kurd û ya Filistînê dest pê dike û got: "Qonaxa heyî qonaxeke metirsîdar e. Aliyên ku sûdê ji nakokiyên taîfî digirin hewl didin sînorên nû li herêmê xêz bikin.′′

Sîhanok Dîbo bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser jî ev li gotina xwe zêde kir: "Projeya Rêveberiya Xweser li ser bingehê sererastkirina şaştiyan dikare bê pêşxistin. Ev jî projeyeke girîng e û divê hemû aliyên niştîmanî şaştiyên wê çareser bikin."

Her wiha, Dîbo got, fikrê Rêber Abdullah Ocalan nexasim projeya neteweya demokratîk bingeha çareserkirina dozên herêmê ye.

′GEL DIKARE XWE BI RÊ VE BIBE′

Piştre, sekreterê giştî yê Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Arec anî ziman ku gel bêyî destwerdana derve dikare xwe bi rêve bibe, lê tevî vê yekê  dewletan xwe li ser gel ferz kirine û got: ′′Tecrûbeyeke zindî jî li ber çavê me heye ku gel dikare xwe bi rêve bibe."

Kesayeta serbixwe Ebdulezîz Hemdûş destnîşan kir ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê, lazim e sedema pirsgirêkê bê naskirin û got: "Di serî de divê welatiyên Sûriyeye nebin amûr di destê dagirkeran de. Çareserî dewleta niştîmanî ya yekalî ye. Pêwîstiya me bi diyalogeke vekirî heye. Dema ku em sûriyeyî bin çareserî sûriyeyî-sûriyeyî ye be, hingî em ê vê krîzê bi dawî bikin."

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketinê Mistefa Qelacî bal kişand ser destwerdanên hêzên derve li Sûriyeyê û wiha domand: "Hevkarên li Astanayê bi çavdêriya Amerîkayê zext li Efrîniyan kirin ku dev ji xaka xwe berdin û heman tişt li Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî di encama komployeke navneteweyî de hatin dagirkirin."

Qelacî anî ziman ku Divê gelê Sûriyeyê nas bikin ku îslama siyasî tu carî nabe çareserî yan jî aliyek di çareseriyê de û got: ′′Ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê jî divê hemû alî dev ji hevkarên xwe yên li derve berdin û berê xwe bidin maseya diyalogê da ku peymana civakî ya Sûriyeyî ji nû ve bê sazkirin ku tê de belavkirina wekhev a serwetê bendeke bingehîn be, di encama vê peymanê de dê destûreke demokratîk encam bide."

(mh)

ANHA