RSF′ê xwest rojnamvan Silêman Ehmed demildest were berdan

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor bi peyamekê xwest rojnamvan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed were berdan.

RSF′ê xwest rojnamvan Silêman Ehmed demildest were berdan
3 mijdar, 2023   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê  Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) bi peyamekê li ser X’ê belavkirîn nîgeraniya xwe li ser girtina rojnamevanê Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê nîşan da û diyar kir ku Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve hatiye girtin û divê demil dest were berdan.

Di peyama hatî belavkirin de wiha hate ragihandin: “Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve li ser sînorê Sûriyeyê hate girtin û hêzên emnî yên Kurdistanê divê demildest Rojnamevan Silêman Ehmed berdin.”