Bîlançoya şerê Îsraîl û Hemasê: Bi kêmanî 9 hezar û 227 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de zêdetirî 9 hezar û 227 kes hatine kuştin.

Bîlançoya şerê Îsraîl û Hemasê: Bi kêmanî 9 hezar û 227 kes hatin kuştin
3 mijdar, 2023   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn ku ji 7'ê Cotmeha borî de herî kêm 9 hezar û 227 welatiyên filistînî di encama êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin.

Wezaretê da zanîn ku ji nav kesên hatine qetilkirin, 3 hezar û 826 zarok û 2 hezar û 405 jin hene. Her wiha diyar kir ku hejmara birîndaran bû 23 hezar û 516 kes.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref El Qedra diyar kir ku Îsraîlê di saetên borî de 16 komkujî pêk anîn û di encamê de 198 kes bûn qurban.

El Qedra got: "Nexweşxaneyên Xezayê birîndaran werdigirin lê nikarin alîkariya pêwîst pêşkêş bikin."

El Qedra destnîşan kir ku ji ber kêmbûna derfetan kesên wefatbûyî li nexweşxaneyan tên tomarkirin, her wiha bang li civata navneteweyî kir ku rêyeke ewle ji bo derxistina birîndaran ji Xezayê veke.

(mh)