‘Êrişên dewleta Tirk rê li pêşiya vejandina DAIŞ`ê vedikin’

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl got êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şert û mercên ji nû ve derketina şaneyên DAIŞ`ê yan jî vejandina DAIŞ`ê amade dikin.

‘Êrişên dewleta Tirk rê li pêşiya vejandina DAIŞ`ê vedikin’
5 ÇILE, 2025   05:10
DÊRAZOR
MIHEMED EL XELÎL

Çeteyên DAIŞ`ê, piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Minbicê, bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê, tevger û êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

Herî dawî çeteyên DAIŞ`ê 30`ê Kanûnê li Şedadê û dora Til Hemîsê êriş kir û di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn. Beriya wê jî şaneyên çeteyan êrişî derdora Reqa û Dêrazorê kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "DAIŞ`ê rewşa ewlehiyê ya ku piştî guhertinên siyasî û leşkerî derketiye holê, bi kar anî. Gelek dewletan der barê metirsiyên vejandina DAIŞ`ê hişyarî dan. Dibe ku DAIŞ`ê valahiya ewlehiyê li cografiyeke Sûriyeyê bi kar bîne, baregehên leşkerî û bendên rejîma berê kontrol bike û dest deyne ser çekên li wir."

El Dexîl diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  re mijul in û wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk rê li pêşiya vejandina şaneyên DAIŞ`ê, ji wê zêdetir vejandina DAIŞ`ê vedikin. Rêveberiya Xweser di vî warî de gelek hişyarî da û banga rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker kir."

El Dexîl diyar kir ku her tim bi gel re dicivin û geşedanên dawîn ji wan re radigihînin. Di heman demê de anî ziman ku Rêveberiya Xweser beşeke erdnîgariya Sûriyeyê ye û weke ku di hevpeymana civakî de hatiye nivisîn, hewl dide pêkhateyên xwedî nêrînên cuda bigihîne hev û têkiliyeke baş bi herêmên din ên Sûriyeyê re çêke.

El Dexîl bang kir ku gelê herêmê xwedî li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku 14 hezar şehîd û bi hezaran birîndar di oxira şoreşê de daye, derkevin,

El Dexîl di dawiyê de got: "Rêveberiya Xweser gel e û ji bo gel e. Em xwe bi xwe xwe bi rê ve dibin. Nêrînên hev parve dikin. Em ji bo xizmetkirina gelê xwe hene. Gelê me jî xwedî li Rêveberiya Xweser derdikeve. Em hêvî dikin ku diyalogeleke avaker bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re di demeke nêz de bê kirin."

(şx/k)

ANHA