Çîroka şehîd Ezîz Ebdo

Ezîz Ebdo yek ji ciwanên destpêkê yê navçeya xwe bû ku tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Ezîz di oxira parastina civakê ji xetereya narkotîkê de şehîd bû.

Çîroka şehîd Ezîz Ebdo
Çîroka şehîd Ezîz Ebdo
Çîroka şehîd Ezîz Ebdo
Çîroka şehîd Ezîz Ebdo
Çîroka şehîd Ezîz Ebdo
Çîroka şehîd Ezîz Ebdo
Çîroka şehîd Ezîz Ebdo
Çîroka şehîd Ezîz Ebdo
Çîroka şehîd Ezîz Ebdo
4 mijdar, 2023   07:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM –DIYAR EHMED

Çîroka Ezîz Ebdo yê 8′ê Cotmehê tevî 28 hevalên xwe, di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Akademiya Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê ya li gundê Hemze Beg ê herêma Koçeratê ya Dêrikê de şehîd bûbû, ji çîroka lehengên din ne cûda ye ku bi xwîna xwe efsanên lehengiyê nîvisnadin.

Ezîz Ebdo sala 1994′an li gundê Derca yê girêdayî navçeya Holê ya kantona Hesekê çavê xwe li jiyanê vedike. Ezîz Ebdo di nava malbateke welatpazêr de mezin dibe ku 10 bira û 5 xwişkan wî hene.

Ezîz xwendina xwe ya seretayî li gundê Dercayê temam kir û di sala 2015′an de ji peymangeha teknolojiya kompîturê ya li bajarê Humsê derçû. Piştî xwendinê temam dike, li dibistana gundê xwe mamostetiyê dike û bi hemû vîn û hezkirinê nifşan li ser ramanên neteweya demokratîk ava kir.

Bi destpêka sala 2017′an re, Ezîz banga welat bi cih tîne û yek ji ciwanên destpêkê yên navçeya Holê bû ku cihê xwe di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de digire.

Şehîd Ezîz ciwanekî welatparêz bû, dilsoz û dilnizm bû. Bi israr, hezkirin û dilsozî karê xwe bi rêk û pêk bi cih dianî û ji erkên ji dihatin xwestin xwe nedida alî.

Birayê şehîd Ezîz, Îlyas Ebdo (27) şervanê QSD′ê ye sala 2019′an di pêngava rizgarkirina Baxozê de birîndar bibû û di encamê de ji lingê xwe bûye.  Îlyas li ser zarokatiya şehîd Ezîz anî ziman ku şehîd Ezîz zîrek bû, ji fotbulê pir hez dikir û di hemû qonaxên xwendinê de serkeftî bû.

Îlyas Ebdo her wiha got: "Şehîd Ezîz xwedî exlaqekî bilind bû, her tim rû li ken bû, alîkarî dida derdorê û ji aliyê çi kesên wî nas dikirin ve dihat hezkirin. Ezîz dixwest şerê narkotîkê û belavkarên wê bike, li ser vê yekê tev li Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bû."

Îlyas Ebdo diyar kir ku birayê wî şehîd Ezîz di fotbulê de pispor bû û gelek caran xelat wergirt û wiha domand: "Ezîz, şêniyên navçeya Holê û yên gundê bi lîstika futbolê da hezkirin."

Ebdo destnîşan kir ku şehîd Ezîz bi futbolê û karê xwe yê parastina ewlehiyê ve girêdayî bû û dema xwe ji bo her duyan ve bi rêxistin dikir.

Îlyas Ebdo anî ziman ku ew bi birayê xwe û hevalên wî yên ku ji bo têkbirina madeyên hişbirê tê dikoşiyan, serbilind e.

Heval û pismanê şehîd Ezîz, Ebdullezîz Ebdo jî diyar kir ku şehîd Ezîz dilsoz û xwedî armanc bû û wiha domand: "Li dibistanê û li gund ji aliyê hevalên xwe û mamosteyan ve dihat hezkirin, bi exlaqê xwe yê bilind û dilsoziya xwe dihat naskirin."

Ebdullezîz Ebdo destnîşan kir ku şehîd Ezîz di tevahî qonaxên dibistanê de çareserî ji pirsgirêkên xwendekaran re didît û got, şehîd Ezîz li her malekê bû, bi mezinan re mezin bû û bi zarokan re zarok bû.

Ebdullezîz bi bîr xist ku Ezîz ji ber hezkirina xwe ya xurt ji xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, her wih ji ber girîngiya parastina civakê ji êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser herêmê, di sala 2017′an de tev li refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû.

Ezîz Ebdo, bi tevlêbûna xwe ya nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, hebûna xwe îsbat kir û hevsengî di navbera jiyana xwe ya civakî û karê Hêzên Ewlekariya Hundirîn de çêkir.

Ebdullezîz Ebdo got, dê tola şehîd Ezîz û hevalên wî hilînin û wefadarên şehîdên herêmê bin.

(bb)

ANHA