‘Bila gelê me nekeve dehfika propagandaya dijber’

Ji rêveberên Xweseriya Demokratîk Hemdan El Ebid û Elî Heco bang li gelê herêmê kir ku nekeve dehfika propagandayên dijber û got "Em bi hêvî ne ku hikumeteke derbasbûnê, destûr û hilbijartinên azad pêk bên.”

‘Bila gelê me nekeve dehfika propagandaya dijber’
12 kanûn, 2024   05:10
QAMIŞLO

Piştî hilweşîna rejîma Baasê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hin aliyan û platforman nûçeyên derew û propagandayên dijberî gelên herêmê weşandin.

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid diyar kir: "Erka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji destpêka damezirandinê ve tenê têkoşîna li dijî terorê ye, ne ku li dijî sûriyeyiyan şer bike. Van hêzan ji bo parastina civaka Sûriyeyê erka xwe pêk anî. "

Hemdan El Ebid got QSD erka xwe ya paqijkirina cîhanê û Sûriyeyê ji "terorîzma DAIŞê" bi cih anî û bang li hêzên siyasî, civaka sivîl û hemû kesayet û gelê Sûriyeyê kir ku dûrî ajandayên derve bibin û berê xwe bibin QSD’ê ku erka wan parastina aramiya herêmê ye.

El Ebid  wiha domand: "Em li benda beşdariyeke rasteqîn in, bi şertê ku destûreke Sûriyeyê ya ku hemû alî li ser li hev bikin, were danîn. Destûreke ku dadmendiyê ji hemû gelê Sûriyeyê re pêk bîne. Em bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku guh nedin gotegotan û medya û rûpelên derewkar ên ku dixwazin ewlehî û aramiyê têk bibin.”

Hemdan El Ebid diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo yekitiya tevahiya Sûriyeyê kar dike, her wiha got divê destûreke ku mafên hemû pêkhateyan û gelê Sûriyeyê biparêze, çêbe. El Ebid bang li Komkara Erebî, Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erênî bi vê pêvajoya rizgarkirina Sûriyeyê re mijûl bibin û xwest hikumeteke derbasbûnê, destûreke Sûriyeyê û hilbijartinên azad û dadmend di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li gorî biryara 2254’an pêk bên.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Heco jî diyar kir ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed hinek alî hewl didin nakokiyan li Sûriyeyê û herêmê gur bikin. Heco wiha got: "Em vê fitneyê şermezar dkin û Sûriyeyeke yekgirtî ji bo hemû gelê Sûriyeyê û hemû mezheb û olan dixwazin.”

Heco destnîşan kir ku yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar kirin xelkên ji hemû pêkhateyan bûn û da zanîn ku wan gel parast û herêm ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û got: "Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku li dora QSD’ê bibin yek, bi hemû pêkhateyên xwe ve ji bo parastina gel û axa xwe û avakirina Sûriyeyeke yekgirtî bixebitin.”

(k)