Konferansa ekolojiyê wê bê lidarxistin

Ji bo nîqaşkirina rêgeza ekolojiyê ya Rêber Abdullah Ocalan konferanseke ekolojiyê bi beşdariya sazî, deste, akademîsyen û çalakvanên ji hundir û derveyî herêmê li dar dikeve.

Konferansa ekolojiyê wê bê lidarxistin
24 nîsan 2024   06:17
QAMIŞLO

26-27`ê Nîsanê konferanseke jîngehî li bajarê Qamişloyê li dar dikeve. Dê sazî, deste, meclis, akademîsyen û çalakvanên têkildar ên ji hundir û derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bibin. 

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îbrahîm Esad têkildarî girîngiya konferansê de ku bi dirûşma "Bi rêgeza ekolojiyê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û çareseriyekê ji pirsgirêka Kurd re bibînin" li dar dikeve, ji ajansa me re axivî.

Îbrahîm Esad got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingeha ramanên Rêber Abdullah Ocalan ava bû. Rêgez û civaka jîngehî yek ji perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan e ku li gorî felsefeya neteweya demokratîk pêşkêş kiriye. Li cîhanê gelek aloziyên jîngehî hene. Lê mixabin, xwediyê vê ramanê û felsefeyê heta niha di destê desthilatdaran de ye ku di encama siyasetên wan de ev alozî çêbûn."

Li gorî Esad, tevlêbûna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, nîqaşkirina ramanên wî der barê jîngehê de, avakirina hişmendiyeke jîngehî li herêmê li gorî rêgeza ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ji armancên konferansê ne.

Esad bernameya konferansê aşkera kir ku wiha ye; di konferansê de mijara `jîngeh di şaristaniya demokratîk de ji berxwedanê heta avakirinê` û mijara `qirkirina jîngehî û civakî li Kurdistanê` rojev in.

KESAYETÊN CÎHANÎ YÊN KU TEV LI KONFERANSÊ DIBIN

Esad bi bîr xist ku di konferansê de dê gelek akademîsyen û kesayetên girîng ên têkildarî kar û barên jîngehî li seranserî cîhanê û Kurdistanê bi rêya Zoomê beşdar bibin.

Hin kesên beşdar dibin wiha ne; Prof. Joost Jongerdan ji Hollandayê, Dr. Davide Antonio Grasso ji Îtalyayê, Dr. Gea Picardi ji Îtalyayê, Dr. Lina Eklund ji Swêdê, Prof. Dr. Mahmoud Patel ji Afrikaya Başûr, Prof. Dr. Susana Borràs-Pentinat ji Katalonyayê, Dr. Stephen E. Hunt ji Brîtanyayê, Manshi Asher ji Hindistanê û Alexander Panez Pinto ji Amerîka Latîn.

PEYAMA KONFERANSÊ

Esad der barê peyama konferansê de wiha axivî: "Dê nêzî 200 delege li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dehan jî ji derve tev lê bibin. Peyama konferansê, nîqaşkirina ramanên ekolojîk ên Rêber Abdullah Ocalan û pêşkêşkirina ramanên wî ji cîhanê re ye. Li ser asta hundirîn jî konferans di çarçoveya kar û xebatên jîngehî de li dar dikeve ku em hewl didin karê xwe di vî warî de xurt bikin, nêrînan bi aliyên têkildar re parve bikin ji bo ku pirsgirêkên jîngehî bi rêya bername û planan çareser bikin."

Her wiha konferans li pêşiya aliyên têkildar vekirî ye û dikarin tev li konferansê bibin.

(şx)

ANHA