Lêgerîna li girtîgeha Seydnayayê bi dawî bû

Tîmên lêgerînê yên li girtîgeha Seydnayayê ragihand ku lêgerîna li girtiyên di hucreyên veşartî yên girtîgehê de bi dawî bûye. Tîmên lêgerînê diyar kir ku tu hucreyên veşartî yên venekirî nehatin dîtin.

Lêgerîna li girtîgeha Seydnayayê bi dawî bû
10 kanûn, 2024   13:37
NAVEND NÛÇEYAN

Tîmên lêgerînê yên li girtîgeha Seydnayayê diyar kir ku di roja duyemîn a xebatê de tu hucreyên veşartî yên nehatine keşifkirin, nehatin dîtin.

Di daxuyaniya tîmên lêgerînê de hatiye gotin: “Tîma lêgerînê li hemû beşên zîndanê, jêrzemîn, hewş û derveyî avahiyên wê geriya. Lêgerîn bi amadebûna kesên ku agahiyên wan li ser girtîgehê û hûrgiliyên wê hene, çêbû. Tu nîşane nîn in ku hebûna jêrzemînên veşartî yan serdabên nekeşifkirî piştrast bikin."

Tîman ji ber hebûna bi hezaran girtiyên ku hîna winda ne, bêhêvîtiya xwe anî ziman.

Girtîgeha Leşkerî ya Seydnayayê girtîgeha herî xeternak a di serdema serweriya rejîma Hafiz Esed û kurê wî Beşar Esed de bû. Ji ber pêkanînên xirab, kuştin û îşkencekirinê wek "Girtîgeha Sor" hatiye binavkirin.

Li gorî raporan, girtîgeh ku rûbera wê 1.4 kîlometreçargoşe ye, di sala 1987ˈan de hate avakirin. Girtîgeh li ser girekî biçûk ê li deşta Seydnayayê (30 km li bakurê Şamê) ye. Girtîgeh girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bû û ji aliyê Polîsên Leşkerî ve dihat birêvebirin.

Girtîgeha ku 10-20 hezar girtî tê te dihatin ragirtin, ji 2 avahiyan pêk tê; Avahiya Sor a ji bo girtiyên siyasî û muxalefetê û Avahiya Spî a ji bo girtiyên leşkerî.

Li gorî rapora Komeleya Girtî û Windahiyên Girtîgeha Seydnayayê ya sala 2022ˈyan, di navbera 2011-2018ˈan de, zêdetirî 30 hezar girtî, ji ber îşkence, nebûna lênerîna bijîşkî yan birçîbûnê mirin an hatin qetilkirin. Girtî piştî darizandina ku zêdetirî 3 deqeyan dirêj nedikir, bi komî dihatin qetilkirin û di gorên komî de dihatin definkirin.

(bb)