Di xwepêşandanên li Yemenê de kesek hat kuştin, 23 kes birîndar bûn

Di xwepêşandanên li pêşiya qesra serokatiyê ya bajarê Edenê yê li başûrê Yemenê de kesek hat kuştin û 23 kes birîndar bûn.

Di xwepêşandanên li Yemenê de kesek hat kuştin, 23 kes birîndar bûn
20 sibat, 2026   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky News Arabia ku agahiyên xwe dispêre rayedarên tenduristiyê, li dijî avakirina hikumeta nû xwepêşandan li pêşiya qesra serokatiyê ya Meaşîq a li bajarê Edenê yê başûrê Yemenê hatin lidarxistin.

Hate diyarkirin ku hêzên hikumetê gule li xwepêşandêran reşandin û di encamê de xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da û 23 xwepêandêr birîndar bûn.

Meclisa Veguhêz a Başûr êrişa li dijî xwepêşandêran şermezar kir. Meclisê banga agirbesta demildest kir, her wiha banga lezgîn a avakirina komîteyeke serbixwe ya lêkolînan da ku berpirsên fermana êrişê daye werin aşkerakirin û hesab jê were pirsîn.

(bb)