Li Îranê balafireke şer ket

Balafirek şer a Îranê şeva borî di dema mîsyona perwerdeyê de ket û pîlotê wê jiyana xwe ji dest da.

Li Îranê balafireke şer ket
20 sibat, 2026   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Radyo û Televîzyonê ya Îranê (IRIB) ragihand ku balafireke şer şeva borî dema ku mîsyona perwerdeyê li parêzgeha Hemedanê ya li rojavayê welat pêk dianî, ket xwarê û di encamê de pîlotê wê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hate gotin lêkolîna der barê sedema bûyerê de dewam dike.

(bb)