Di şevekê de 8 kes hatin kuştin

Li deverên cûda yên Sûriyeyê şeva borî 11 êriş û qeza çêbûn. Di encamê de 8 kes hatin kuştin.

Di şevekê de 8 kes hatin kuştin
22 sibat, 2026   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de tevlihevî dewam dikin. Li gorî agahiyên hatine komkirin duh êvarî 11 êriş, hewldanên revandin û qeza çêbûn.

Çavkaniyên xwecih ji bajarê Qesîr ê gundewarê Humsê ragihand ku ciwanê Xiristiyan ê bi navê Naşid Kasûha li pêşiya mala xwe dema li erebeya xwe siwar dibû, ji aliyê koma çekdar a rûgirtî ve hat gulebebarankirin. Çavkaniyan dane zanîn ku Naşid ji êrişê filitî û koma çekar a li motorsîklêtê bû, piştî êrişê reviya.

Li bajarê Humsê jî erebeya hêzên ewlehiyê pêl zaroka bi navê Beraa kir. Hate diyarkirin ku Beraa jiyana xwe ji dest da û endamên hêzên ewlekariyê reviyan. Li heman bajarî firoşkarekî pêlanan bi navê Qeys Xedûr di firoşgeha xwe ya bi navê "Şîk Şîk" a li taxa Beyt Tewîl de hat gulebebarankirin û di cih de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih parve kirine, li taxa Hedara ya bajarê Humsê jî jinek ciwan bi navê Cûlya Midyen El Salim ji ber zextan xwe ji belkona malê avêt û dawî li jiyana xwe anî.

Heman çavkaniyan agahî dan ku roja pêncşemê (19 Sibat 2026) bavê Cûlya, Medyen El Salim ji aliyê komeke nayê naskirin ve hatibû revandin. Çekdaran dîmenê ku îşkence lê dikin ji malbatê re şandin. Çavkaniyan dane zanîn ku revandin û îşkencekirina bavê Cûlya Medîna El Salim bû sedema ku ew dawî li jiyana xwe bîne.

Li bajarê Reqayê di êrişeke çekdarî de 2 çekdarên wezareta parastinê ya hikumeta demkî hatin kuştin. Der barê bûyerê de agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.

Hate zanîn ku li gundê Wasita Silûkê duh dema fikarê 2 endamên hêzên ewlekariya hundirîn di êrişeke çekdarî de hatin kuştin.

Li bajarê Şihêl ê Dêrazorê de, ji ber revandina şêniyekî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, pevçûna di navbera hêzên ewlekariya giştî û şêniyan de derket.

Li gundê Nînî yê Qirdaha yê ser bi Laziqiyê ve rojnamevan Elaa Mihemed kuştî li mala wî hat dîtin.

ANHA