Di topbarana Minbicê de zarokek şehîd bû

Di topbarana arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundê Beniye yê kantona Minbicê de zarokek şehîd bû û 2 zarok jî birîndar bûn.

Di topbarana Minbicê de zarokek şehîd bû
25 cotmeh, 2024   00:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Beniye yê gundewarê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kir. Di encamê de zaroka bi navê Fereh El Berho (11) şehîd bû û Ebdurehman El Berho (13) û Semîr El Berho (8) birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, her du zarok li Nexweşxaneya Firatê ya bajarê Minbicê tedawî dibin, niha rewşa wan baş e.

(fr)

ANHA