Li Sûriyeyê aloziya benzînê didome

Aloziya kêmbûna benzînê li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê didome, şênî bi saetên li ber benzînxaneyan disekinin û dawiyê jî tiştekî wernagirin. Hikumeta demkî îdia dike ku bi armanca misogerkirina dabînkirina sotemeniyê û rêgirtina li ber aloziya van gavan diavêje.

Li Sûriyeyê aloziya benzînê didome
1 tebax, 2026   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Pirsgirêka kêmbûna benzînê li Sûriyeyê didome, li piraniya parêzgehan şênî ji bo wergirtina benzînê demên dirêj li ber benzînxaneyan dimînin. Benzîn kêm e û sîstema belavkirinê jî ne birêxistinkirî ye. Xwediyên seyareyan û şênî gazincan dikin.

Nûçegihanên me li Hesekê, Şamê û gundewarên wê, Heleb, Hums, Hema, Laziqiyê û Tertûsê rewşa mayîna xelkê li ber benzînxaneyan şopandin. Ajokar bi saetan li hêviya wergirtina benzînê dimînin û benzînxane piştî ku benzîn xilas dibe, deriyên xwe digirin.

Şêniyan got piştî bihakirina sotemeniyê beriya çend mehan, alozî didome, tevî ku buhayê wê hatiye zêdekirin jî sotemenî kêm peyda dibe, ev dihêle ku rewşa wan a jiyanî zehmet bibe, bi taybet ji bo kedkarên sektora veguhastinê.

Wezareta Enerjiyê beriya niha ragihandibû ku wan buhayê sotemeniyê sererast kiriye û diyar kir ku ev biryar ji bo misogerkirina dayîna sotemeniyê ji bo sûka herêmê hatiye dayîn.

Beriya hefteyekê bi şêwazeke fermî buhayên sotemeniyê wiha hatibûn diyarkirin; lîtreya benzîna oktan 95 bi 147 lîreyê Sûriyeyê yê nû, lîtreya benzîna oktan 90 bi 142 lîreyan, lîtreya mazotê bi 129 lîreyan. Buhayê gaza malan bi hezar û 470 lîreyan û gaza sînayî jî bi 2 hezar û 350 lîreyan.

Wezareta Enerjiyê beriya niha destnîşan kiribû ku sererastkirina buhayan dê sotmeniyê bi awayekî domdar dabîn bike. Berpirsyarên di wezaretê de jî diyar kiribû ku ji bo zêdekirina qederên sotemeniyên û başkirina mekanîzmaya belavkirinê hikumeta demkî rêkarên nû bi kar tîne.

Li gorî rewşa meydanî û tişta ku şênî dibêjin jî, alozî didome, rêkarên ku hatine îlankirin jî heta niha rê li ber sekinandina şêniyan li ber benzînxaneyan negirtiye û hebûna benzînê bi awayekî sîstematîk misoger nekiriye. Şênî daxwaza zelalkirina sedemên kêmbûna sotemeniyê dikin.

(sb)

ANHA