Di rojnameyan de muzakereyên Îran-DYA’yê û aloziyên Sûdanê

Dan û standinên Îran-DYA'yê rawestiyane û nakokî li ser mijarên sereke dewam dikin. Der barê Sûdanê de hişyarî hene ku krîza mirovî xerabtir bibe.

Di rojnameyan de muzakereyên Îran-DYA’yê û aloziyên Sûdanê
16 nîsan, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘REJÎMA ÎRANÊ DI NAVBERA MÎRATEYAA HIŞK Û XEFIKA TAWÎZÊN BIÊŞ DE’

Der barê Îranê de, malpera erebî ya rojnameya Independent destnîşan kir ku tûra yekem a dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de hêviyên sînorkirî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ji bo çêkirina guhertinek bingehîn di tevgera serokatiya Îranê de nîşan da. Hate gotin, ku zexta leşkerî tevî dijwarbûna xwe nebûye sedema guhertinek di avahiya biryardanê ya rejîmê de.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku biryardarî hîn jî di destê "navika hişk" a rejîmê de ye û dezgehên leşkerî, bi taybetî jî Pasdarên Şoreşê, bandoreke zêde dikin, bi vî awayî îhtîmala pêşkêşkirina tawîzên girîng di dema dan û standinan de kêm dikin.

Li gorî heman rojnameyê, dayîna mîsyona dan û standinê ji Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf re girêdana serokatiyê bi helwestên hişk nîşan dide, nemaze di demekê de ku mijarên hesas ên wekî dewlemendkirina uranyûmê û rola herêmî ya Îranê xalên herî berbiçav ên nakokiyê bi DYA'yê re ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku dan û standinên ji hêla Îslamabadê ve hatine lidarxistin negihîştine qonaxek xetimî û da zanîn ku lihevkirinên qismî hene, her wiha tevgerên herêmî û navneteweyî mîna yên Pakistan û Çînê çêbûn ku rewşê ber bi çareseriyeke qonaxî ve bibin.

'GELO DI ALIYÊ QANÛNÎ DE ÎRAN DIKARE XERCAN LI SER DERBASBÛNA DI HURMUZÊ DE FERZ BIKE?'

Ajansa Reuters ragihand ku Tehran difikre ku xercan li ser keştiyên di Tengava Hurmuzê re derbas dibin ferz bike û wiha nivîsand: “Lê ev nêzîkatî pirsên yasayî derdixe hole, ji ber rêgezên Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Qanûna Deryayê, ku azadiya navîgasyonê garantî dike hene, tevî ku ne Îran û ne jî Dewletên Yekbûyî ew peyman pesend nekirine."

Hat bi bîrxistin ku Tengava Hurmuzê yek ji rêyên veguhastina enerjiyê yên herî girîng ên cîhanê, ku bi qasî ji sedî 20'î petrola cîhanê tê re derbas dibe.

Her wiha hate gotin, "li gorî şîrovekaran, mekanîzmayek fermî û girêdayî ji bo bicîhanîna peymanê tune. Her çend Dadgeha Navneteweyî ya Qanûna Deryayê li Hamburgê û Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê dikarin biryaran bidin jî, ew ne xwediyê hêza bicîhanîna wan in."

Rojnameyê destnîşan kir ku " Vebijrêkên din li cem welatna hene. Ji wan: çalakiya kolektîf ji bo bicîhanîna qaîdeyan an jî serî li Konseya Ewlekariyê ya NY'yê bidin da ku biryarek li dijî sepandina xercan bistînin. Şîrket dikarin rêyên xwe yên barkirinê ji tengavê dûr bixin. Wekî din, ceza dikarin li dijî aliyên ku dibe sûdê ji van xercan werbigirin werin berfirehkirin."

' SÛDAN.. AŞÊ XWÎNÊ DIKEVE SALA XWE YA ÇAREMÎN'

Rojnameya El Xelîc têkildarî şerê li Sûdanê hişyarî da ku yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê li welat çêbe.

Rojnameyê bi bîr xist ku di encama şerê dikeve sala xwe ya 4'an de bi deh hezaran kes mirin û zêdetirî 11 milyon kes koçber bûn. Her wiha hate gotin, UNICEF'ê diyar kiriye ku krîz bûye sedema koçberiya herî mezin a cîhanê û rêjeya herî mezin a zeradîtiyan jî jî zarok in. Hişyarî hene ku birçîbûn zêde bibe û binesaziyê û xizmetên bingehîn hîn bêtir hilweşe.

(bb)