Ji bo mijara koçberên Şehbayê dê civînek were lidarxistin 

Ji bo mijara koçberên Şehbayê û valakirina 17 dibistanên li Qamişloyê, dê sibe Meclîsa Gel a Qamişloyê, Gerînendeya Perwerdeyê û Meclîsa Sivîl a Şehbayê civînekê li dar bixin.

Ji bo mijara koçberên Şehbayê dê civînek were lidarxistin 
25 tebax, 2026   13:35
QAMIŞLO

Ji bo mijara valakirina 17 dibistanên li Qamişloyê ku koçberên Şehbayê tê de ne, dê sibe Meclîsa Gel a Qamişloyê, Gerînendeya Perwerdeyê û Meclîsa Sivîl a Şehbayê civînekê li dar bixin. Dê sazî hewl bidin çareseriyekê bibînin. 

Li 17 dibistanên bajarê Qamişloyê 210 malbatên koçberên Şehbayê dimînin. Di vê demê dawî de Gerînendeya Perwerdeyê bi nêzîkbûna dema destpêkirina sala xwendinê, ji Meclîsa Sivîl a Şehbayê xwest ku dibistan bên valakirin û çareseriyek ji koçberan re bê danîn.

Lê Meclîsa Sivîl a Şehbayê jî diyar kir ku ew nikarin koçberan derbixin, ew dixwazin bi mîsogerî vegerin Şehbayê.

Herî dawî duh Meclîsa Gel Qamişloyê û Gerînendeya Perwerdeyê ji bo valakirina dibistanan 24 demjimêr dabû koçberan, lê koçberan diyar kir ku cihek ew pê ve biçin tune ye.

(bî)

ANHA