Di êrişên li ser Lubnanê de 8 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûr û rojhilatê Lubnanê de 8 kes hatin kuştin. Artêşê hişyarî da şêniyan ku malên xwe terk bikin. Hizbullah jî bi moşek û dronan êrişî Îsraîlê dike.

Di êrişên li ser Lubnanê de 8 kes hatin kuştin
5 adar, 2026   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûr û rojhilatê Lubnanê de 8 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê hişyarî da şêniyên başûr ku tavilê malên xwe vala bikin.

Heman ajansê diyar kir ku di êrişa hewayî ya li ser bajarokê Kefûr ê parêzgeha Nebetiyê de keyayê gund û hevjîna wî hatin kuştin û li bajarokê Zoter ê rojhilatê heman parêzgehê di êrişa li dijî mala wan de 4 kes ji malbatekê hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku Îsraîlê çarçoveya êrişên xwe berfireh kiriye û bajarokên başûrê welat, taxên başûrê Beyrûtê, bajarê Zehlê yê herêma Bîqa ya li rojhilatê Lubnanê kirine hedef.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku li nêzî bajarê Zehlê wesayîtek hat hedefkirin, di encamê de 2 kes mirin.

Demek berê jî Îsraîlê li kampa Bedawî ya penaberên Filistînê ya li bajarê Terablusê yê bakurê Lubnanê avahiyek bombebaran kir. Di encamê de fermandarekî Hemasê û hevjîna wî hatin kuştin. Li ser rêya Beyrût û balafirgeha navneteweyî jî 2 wesayet hatin bombebarankirin, di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê careke din niştecihên herêma başûrê Çemê Lîtanî (bi qasî 30 kîlometreyan li ser sînor e), bajarên Siwer û Bin Cibêl jî di nav kir ku tavilê malên xwe vala bikin û got dibe ku ev herêm ji bo armancên leşkerî werin bikaranîn û bidin hedef.

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim anî ziman ku dê şerê li dijî êrişa Îsraîl-Amerîkayê bidomînin.

(bb)