Mexdûran şeva komkujiya Xirab Işkê vegot

Piştî ku komên hikumeta demkî ji çend gundên Kobanê vekişiyan, ajansa me xwe gihand gundê Xirab Işkê ku komkujî lê hatibû kirin. Mexdûrên komkujiyê behsa komkujiyê kir.

Mexdûran şeva komkujiya Xirab Işkê vegot
5 adar, 2026   14:42
KOBANÊ
DÎCLE EHMED

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva 25'ê Çileyê (2026) bi dron, moşek û obîsan êrişî gundê Xirab Işkê yê Kobanê kir û komkujî li dijî malbatekê pêk anî. Di komkujiyê de Fatima Hec Mehmûd (60), Cemîle Ehmed Osman (53), Binefş Şêx Bozan (28), Solîn Şêx Bozan (4) û Kanîwar Şêx Bozan (2) şehîd bûn û Şerîhan Hec Mehmûd, Fatima Hec Mehmûd, Mesûd Şêx Bozan, Nesrîn Mistefa û Mihemed Şêx Bozan birîndar bûn.

Piştî ku di çarçoveya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê de hêzên hikumeta demkî ji gund vekişiyan, ajansa me xwe gihand gund.

Ji ber êrişa giran, beşeke mezin a mala ku komkujî lê hatiye kirin, wêran bûye.

Xwediyê malê Reşo Bozan Kedro ku di komkujiyê de birîndar bûbû, behsa şeva komkujiyê kir û wiha axivî: “Rewş aram bû. Em di xew de bûn. Ez li odeya li beramberî odeya Fatimayê bûm ku lingên wê jê bûne. Min Fatima û xwişk û birayên wê ji bajarê Kobanê anîbûn gund. Bi zêdebûna êrişan re, me nedizanî çi li dora me diqewime. Ji nişka ve min hîs kir ku erdhej çêbûye û mal bi ser me de tê xwarê. Min çavên xwe vekirin, min dît derdor tev toz e û beşeke dîwarekî hilweşiye. Dengê topan bilind dibû. Hingî ez tê gihîştim ku mal tê topbarankirin.”

Reşo Bozan Kedro bi bîr xist ku cîranan ji bo dermankirinê bi wan ve hatin û wiha dom da axaftina xwe: “Ji berdewama êrişan ku heya saetên serê sibehê berdewam kir, cîranan jî nikarîbûn malbata min ji hundir derxe. Roja din êriş hinekî sivik bû. Me hinek birîndar ji nava kavilan rakirin lê 4 kes asê man. Ji ber hêza mezin a teqînê cenazeyê hevjîna min pengizî derveyî odeyê û di heman rojê de li bajarê Kobanê hat definkirin.”

Keça Kedro Bozan bi van gotinan behsa komkujiyê ji ajansa me re kir: “Ez li gundê Koktepe yê nêzî Xirab Işkê bûm. Min dît agir li gund gur dibe, lê min nedizanî mala me hatiye hedefkirin û dayika min jiyana xwe ji dest daye. Ez hatim Xirab Işkê û zanî ka çi bûye. Rojeke pir biêş bû. Heya saetên serê sibehê mal bi dron û obîsan bi dijwarî bombebaran kirin.”

(bb)