Banga piştgirî û parastina koçberên Efrînê û gelê Şehbayê

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang li civata navneteweyî kir ku bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê û gavên bibandor ji bo piştgirî û parastina koçberên ji Efrînê û gelê Şehba û Şêxmeqsûdê biavêje.

Banga piştgirî û parastina koçberên Efrînê û gelê Şehbayê
2 kanûn, 2024   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê der barê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrîn û Şehbayê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û dewletên garantor hate kirin ku gavên bibandor ji bo piştgirî û parastina koçberên Efrînê û gelê Şehba û Şêxmeqsûdê biavêjin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo aliyên pêwendîdar çend daxwaz rêz kirin:

"Bi lez tev bigerin, ji bo bidawîkirina êş û azarên bi deh hezaran zarok, jin, kal û pîr, birîndar û kesên xwedî pêdiviyên taybet ên ku li gundewarên Helebê asê mane û dorpêçkirî ne. Her wiha em hişyariyê didin ku dibe li wan deveran ji aliyê van komên terorîst ve sûcên mezin bêne kirin.

Xebat bê kirin ji bo rakirina dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji aliyê rêxistina terorîst a Cebhet El Nusra ve hatiye ferzkirin û parastina bi deh hezaran sivîlên xwecih û koçberên ji Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê.

Em ji Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û rêxistinên alîkariyê dixwazin ku ji bo piştgirî û parastina pêwîst gavên bibandor biavêjin.

Demildest destwerdan bê kirin ji bo rawestandina van tawan û êşa berdewam û ji bo hêsankirina derbasbûna koçberan ber bi deverên aram ve rêyên ewle bêne peydakirin."

(k)